Lîderê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, ji bo redkirina êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê axivî.
Muqteda Sedir bi peyamekê bang li alîgirên xwe kir ku piştî nimêja înê dest bi xwepêşandanan bikin.
Têkildarî êrişên di navbera Îsraîl û Îranê de lîderê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek da û got:
“Divê piştî nimêja înê xwepêşandanên aştiyane û rêxistinkirî werin lidarxistin.
Ev yek jî li ser bingeha motîfên olî, îdeolojîk û mirovî ye .
Xwepêşandana aştiyane ji bo şermezarkirina terorîzma Siyonîst û Amerîkî ye .
Her wiha li dijî dijminatiya wê ya li hember netewe û olan.”
Muqteda Sedir eşkere kir ku di xwepêşandanê de, em binpêkirinên qada hewayî ya Iraqê şermezar bikin .



