Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê kuştina ciwanê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo şermezar kirin.
Meclisê diyar kir ku ew li gor peymana bi Hikumeta Sûriyê ya veghuêz re tev digerin, lewra, gerek ew jî civaka Sûriyê biparêzin.
Meclisê di daxuyaniyê de behsa binpêkirinan kir û got kiryarên revandin, çewisandina bêserûber û kuştina Kurdan bi taybet li Efrînê zêde bûne.
Herî dawî jî li Efrînê ciwanê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo hat kuştin û ajokarên kamyonan li ser rêya Heleb-Dêr Hafir ji hêla rêbendên kontrolê ve hatin revandin.
Meclisê ev binpêkirin bi tundî red kirin û daxwaz kirin ku ji sûcdarên li Efrînê û tevahiya Sûriyê hesab were pirsîn.



