Wezareta Enerjiyê ya Şamê û Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser li hev civiyan.
Li gor agahiyên me, civîn li Helebê pêk hatiye û herdu aliyan di warê enerjiyê bi tayber Bendava Firatê de li hev kir.
Ji bo kêmkirina zexta li ser Bendava Firatê û parastina ava wê Wezareta Enerjiyê ya Şamê û Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser li hev kir.
Herdu alî dibînin ku ava li dû bendava Firatê, çavkaniyeke sereke ya ava vexwarin û avdanê ye, bi tayber li bajarê Heleb û gundewarên wê.
Ev lihevkirin di çarçoveya Peymana Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz Ehmed El-Şeri pêk tê.



