Cîgirê hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran bang li hikumeta veguhêz a Sûriyê kir ku ji bo vegera hemû koçberan hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re bike û got:
“Ji bo ku koçber bi aramî vegerin herêmên xwe divê hikumeta veguhêz a Sûriyê jî hewldaneke mezin bike.”
Di civîna 10′ ê Adarê ya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri yek ji xalên sereke vegera bi ewla ya koçberan bû.
Niha jî ji bo hêsankirina vegera koçberan li herêmên xwe , Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyê kir ku hevkariyê bi wan re bike.
Cîgirê hevserokên Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed jî diyar kir ku hîna Rêveberiya Xweser ji gotûbêjkirina dosyaya koçberan, danûstandinên xwe de bi hemû aliyan re dewam dike.
“Hewldanên ji bo vegera koçberan berdewamin”
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku beriya hefteyekê bi hevkariya UNHCR û rêxistinên herêmî, biryarek hat dayîn ku 24 malbatên koçberan ji kampa El-Hol ber bi Helebê ve hatin derxistin û wiha got :
“Di rojên pêş de dê komên din ên koçberan ber herêmên hundirê Sûriyê ve bêne şandin.”
“Divê hikumeta veguhêz a Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re hevkar be”
Her wiha Ehmed bang li hikumeta veguhêz a Sûriyê kir ku ji bo vegera koçberan hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re bike û wiha domand:
“Divê vegera ewle ya koçberan were pêkanîn û binesaziya herêmên wan ên wêrankirî pêk bên.”
“Kampa Erîşa bi temamî hatiye valakirin”
Ehmed da diyar kirin bi hevkariya UNHCR`ê ku kampa Erîşa bi temamî hatiye valakirin malbatên wê vegriyan hêrmên xwe û hin malbatên ji kampên Mehmûdlî, Tiwêhina û Ebû Xeşeb deketin û çûn malên xwe.
“Tevî hewildanan bi hezarê malbatanên koçber rastî zemetiyan tên”
Di dawiyê de, Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku tevî van hewldanan jî, bi hezaran malbat li kampan de dimînin û ji ber sûcên çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin.



