Neteweyên Yekbûyî li ser mijara tundiya li dijî zarokan raporek weşand.
Li gorî raporê di sala 2024’an de tundiya li dijî zarokan a di şer û pevçûnên li seranserê cîhandê de gihîştiye astên herî bilind.
Neteweyên Yekbûyî li ser mijara tundiya li dijî zarokan raporek weşand.
Rapor ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ve hat pêşkêşkirin.
Li gorî raporê sala 2023’yan binpêkirinên mafên zarokan ên giran ji sedî 25 zêde bûne.
Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku di sala 2024’an de 41 hezar û 370 binpêkirinên giran pêk hatine.
Ji van 36 hezar û 221 di sala 2024’an de hatine kirin.
Ev hejmar asta herî bilind a 30 salên dawiyê ye.
Herî kêm 4 hezar û 500 zarokan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 7 hezar zarok jî birîndar bûne.
Nûnera Taybet a Zarok û Pevçûnên Çekdarî ya Neteweyên Yekbûyî Virgina Gamba got:
NY: 22 hezar û 495 zarok bi awayekî rasterast ji tundiyan bandor bûne
”22 hezar û 495 zarok bi awayekî rasterast ji van tundiyan bandor bûne.
Ev zarok li şûna ku biçin dibistanê yan jî bilîzin neçar mane ku têkoşîna jiyînê bidin meşandin.
Ev hişyariyek e, êdî qonaxa bidawîbûna vê yekê jî ji holê rabûye.”
Di ”Lîsteya Rûreşiyê” de ku beşeke rapora berbehs e, ji aliyên ku ji binpêkirinên mafên zarokan berpirsiyar in, pêk tê.
Îsal jî hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê û Hamasê di lîsteyê de cih girtin.
Bi taybetî jî li Şerîda Xezayê zêdetirî 8 hezar û 500 binpêkirinên mafên zarokan ên giran pêk hatine û li gel vê yekê di serê lîsteyê de cih digire.
Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku di sala 2024’an de li Xezayê hezar û 259 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Lêkolînên mirina têkildarî 4 hezar û 470 zarokan jî berdewam dikin.
Hate diyarkirin ku di operasyonên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de jî zêdetirî 500 zarokan jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.
Li Xeza, Somalî, Nijerya, Haîtî û kongoyê binpêkirina mafên zarokan zêde dibin
Ji bilî Xezeyê welatên ku lê binpêkirinên mafên zarokan ên giran zêde ne, ev in:
Komara Kongoyê ya Demokratîk: Zêdetirî 4 hezar binpêkirin
Somalî: Zêdetirî 2 hezar û 500 binpêkirin
Nîjerya: Nêzîkî 2 hezar û 500 binpêkirin
Haîtî: Zêdetirî 2 hezar û 200 binpêkirin
Bi taybetî jî li Haîtîyê tevlîbûna zarokan ya ji çeteyên çekdarî re, tundiya zayendî û cînayetan rê li ber fikarên mezin vekirin.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku tundiya li dijî zarokan a di şer û pevçûnên çekdarî de veguheriye rewşeke sîstematîk û ji bo parastina zarokan divê bi lezgînî di asta gerdûnî de tedbîr werin standin.
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da û got:
”Ev rapor bes ji hejmaran pêk nayê; her îstatîstîkek trawma, êş û pêşeroja zarokan e.”



