Partiya Kesk a Demokrat kongreya xwe ya 3’emîn bi dirûşma “Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng, nenavnedî û jîngeh-parêz” li Qamişlo li dar xist.
Gelek siyasetmendar, nûnerên rêxistinên jinan, saziyên sivîl, hiqûqî, ewlehî, nûnerên MSD’ê û kesayetên ji derveyî Herêmê beşdarî kongreyê bûn.
Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd û sepandina demokasiyê bingeha aramiya Sûriyê ne.
Ehmê piştrast kir ku pêkanîna pergala nenavendî li Sûriyê dê beşdariya wek hev a tevahî pêkhateyên civaka Sûriyê mîsoger bike.
Luqman Ehmê got ku Kurd beşeke sereke ya civaka Sûriyê ne, naskirina mafên pêkhateyan a rêvebirina herêmên xwe û jibo rêgirtina li ber şeran şertekî bingehîn e.”
Piştî axaftinan, rêziknama partiyê hat gotûbêj kirin û li gorî pêşniyarên delegeyan hate guherî û erêkirin.
Di kongreyê de jî ji bo Meclisa Giştî ya partiyê 11 endam hatin hilbijartin.
Her wiha ji bo hevsrokatiyê jî Reşa Ebas û Luqman Ehmê careke din hatin hilbijartin



