Zehmetiyên koçberên di kampên bêserûber de zêdetir dibin.
Koçber dibêjin, germahiya tavê derbasî konê me dibe û bandorê li tenduristiya niştecihan bi taybetî li zarokan û kesên bi teman dike.
Berpirsê Nivîsgeha Kar û Barên Kampan a Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Kantona Reqayê Ehmed El Ehmed jî got:
”Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêşî koçberan dike”.
Li bakur û rojhilatê Sûriyê kampên bêserûber hene.
Kampa Sehlit El-Benat li Reqayê yek ji wan kampan e ku ji aliyê rêxistinên mirovî ve hatiye paşguhkirin e.
Koçberên vê kampê di konên riziyayî ku piraniya wan ji caw an naylonan hatine çêkirin de, dimînin.
Konên wan demeke dirêj nehatine nûkirin, loma jî bi hatina havînê re zor û zehmetiyan wan zêdetir dibin.
Niştecihên kampa Sehil Elbenat ji ber germahiya havînê azaran dikişînin
Koçber Dehiya El Hemûd ya 65 salî, ev 8 sal e bajarê xwe Medan ê li başûrê kantona Reqayê terikandiye û bi hevjînê xwe re di kampê de ye.
Dehiya diyar kir ku germahiya tavê derbasî konê wan dibe û bandorê li tenduristiya wan û bi taybetî li zarok û kesên bi teman dike û got:
Desteka rêxistinên mirovî ji bo kampa Sehil El Benat kêm bûye.
Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên sînordar alîkariya koçberên kampê dike.
Koçber Rabîa El-Remedan ya 60 salî ji gundewarên başûrê Heleb dibêje ku ev 9 sal e li kampê dimîne, konê riziyayî didirû û wiha dewam kir:
Germahiya tavê li konan dide, ne zarok, ne kal û pîr û ne jî ciwan nikarin vê germahiyê tehemul bikin.
Koçber Mûsa El-Elî yê 60 salî ji bajarê Medan jî dibêje ji ber bilindbûna pileyên germahiyê rewşa kampê pir xirab e û kon jî rizyayî ne.
”Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêşî koçberan dike”
Berpirsê Nivîsgeha Kar û Barên Kampan a Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Kantona Reqayê Ehmed El-Ehmed destnîşan kir ku 44 kampên bêserûber li kantonê hene, 9 hezar û 141 malbat bi hejmara 58 hezar kes lê dimînin.
El-Ehmed têkildarî alîkariyên ku Rêveberiya Xweser pêşkêşî koçberên li kampên bêserûber dike axivî û got:
Rêveberiya Xweser rojane nan li kampan belav dike, bi tensîqa li gel Nivîsgeha Rêxistinan li kantonê xizmet û alîkariyên dîtir pêşkêş dike.
Her wiha ji bo belavkirina mazotê ya ji bo germkirinê jî bi Gerînendetiya Sotemeniyê re plansaziyê dike.
Her wiha Ehmed El-Ehmed banga pêkanîna peymana derbarê vegera ewle ya koçberan de jî kir.



