Desteya Çand û Aborî xebatên sererastkirina embarên genim ên Hinêdayê ya li kantona Tebqayê didomîne.
Tê zanîn ku embarên genim ên Hinêdayê ya li kantona Tebqayê yek ji 11 embarên herî mezin li Sûriyê ye.
Lê di encama şerê li herêmê de avahiya wê hat rûxandin û talankirin.
Rêveberê Embarên Kantona Tebqayê Ednan El Sekran di vî warî de axivî .
Ednan El Sekran diyar kir ku Rêveberiyê di dawiya sala 2024’an de biryara sererastkirina embaran dabû.
Ednan El Sekran destnîşan kir ku nûjenkirina embarê dê bar û lêçûnên depokirina genim ji bo Rêveberiyê sivik bibe.



