Di 16’ê Hizêranê de civîna Rêveberiya Sotemeniyê li bajarê Qamişlo ji bo belavkirina mazotê hat lidarxistin.
Tê de makanîzmayên tomarkirina navên şêniyan û diyarkirina hejmara lîtirên mazotê yên ku dê werin belavkirin, hatin nîqaşkirin.
Li gorî civînê wê ji 10′ Hezîranê heta1’ê Çileya 2026’an kartên belavkirinê werin çapkirin
Belavkirina mazotê jî dê ji 15’ê Hezîranê heta 1’ê Sibata 2026’an be.
Rêveberiyê ji bo her malbatekê 300 lîtir mazot bi nirxê 300 hezar lîreyî diyar kir.
Li ser vê nirxê 50 lîre ji bo her lîtirekê wekî qezenca stasyonê tê zêdekirin.
Ji bo saziyên olî ji bo her sobeyekê 100 lître, ji her odeyek dibistanê jî 100 lîtir û ji her sobeyeke saziyên sivîl û leşkerî 200 lître.
Buhayê her lîtreykî jî 3 kezar û 50 lîre ye.
Mazota ku dê were belavkirin dê ji aliyê komîteyên pispor ên girêdayî rêveberiyên sotemeniyê ve were şopandin.
Ji bo belavkirinê jî nivîsgehên têkildar ên Rêveberiya Xweser dê çavdêriyê bikin.



