Hevserokê PJAK’ê Emir Kerîmî derbarê şerê Îran û Îsraîlê de diyar kir ew ne aliyekî şer in û dibêje,
“Em dixwazin pirsgirêkan bi rêyên demokratîk çareser bikin.”
Kerîmî got ku ne wekî PKK’ê ne û tu biryareke wan a xwefesixkirin û çekdanînê tune ye û vê gavê li Îranê zemînekî wiha jî nîn e.
Hevserokê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê-PJAK’ê Emîr Kerîmî derheqê şerê Îran û Israîlê, helwest û siyasra wan a li Rojhilatê Kurdistanê ji BBC’yê re eşkere kir ku di navbera wan û Îranê de, ji sala 2014’an ve agirbest heye û ev şerê heyî jî ne yê gelê wan, lewra ew ê nebin aliyekî şer.
Kerîmî: Em dixwazin pirsgirêkan bi rêyên demokratîk çareser bikin
Kerîmî diyar kir ew dixwazin pirsgirêkan bi rêyên demokratîk çareser bikin, lê eger êriş li dijî wan bên kirin û gefên komkujiyê li gel bên xwarin ew ê li ser bingeha parastina rewa xwe biparêzin.
Bi gotina wî, ew wekî PKK xwe fesix nakin û çeka xwe jî danayinin, çimkî rejîmeke ku her roj mirovan bi darve dike, nabe bê parastin bimînin.
Lê belê ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd ew têkoşîna demokratîk û danûstandinan esas digirin.
Kerîmî: Mafê gel e ku xwe bi rêve bibe û çarenûsa xwe diyar bike
Têkildarî daxuyaniya PJAK’ê ya 14’ê Hezîranê de ku bang li gel tê kirin da ku ji bo xwe bi rêvebirinê û avakirina civaka demokratîk bikevin nava seferberiyê, Kerîmî dibêje,
“Me di wê daxuyaniyê de xweserî îlan nekir.
Mafê herî xwezayî yê gel e ku çarenûsa xwe û şêweyê rêveberiya xwe diyar bike.”
Kerîmî: Em ê ji bo mafên gelê xwe têkoşîna xwe bidomînin
Derbarê helwesta wan ya derbarê şerê Îran û Îsraîlê de Kerîmî dibêje,
“Em êşên şer ji herkesî baştir dizanin. Şer azadî û demokrasiyê naynin. Di ti şerî de tiştên ku mirovan kêfxweş bikin nîne. Ev şer bibe an nebe, em ê ji bo mafên gelê xwe têkoşîna xwe bidomînin.”
Kerîmî: Banga Rêber Apo ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn şansekî mezin e
Kerîmî derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya li Tirkiyê de jî diyar kir ew piştgiriyê didin banga Rêber Apo û vê ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn weke şansekî mezin yê guherîna demokratîk dibînin.
Kerîmî: Ti pirsgirêka me bi Tirkiyê re nîne, em dixwazin têkiliyên aştiyane daynin
Hevserokê PJAK’ê destnîşan kir wan ti carî êrişî Tirkiyê nekiriye û nakin jî û diyar kir ti pirsgirêka wan bi Tirkiyê re nîne û ew dixwazin bi dewleta Tirk re têkiliyên aştiyane daynin.



