Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamê hate lidarxistin.
Wezîrên Karên Derve yên gelek welatên misliman beşdarî civînê bûn.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan civînê de rexneyên tund li Îsraîlê kir û ragihand ew ê rê nedin nîzameke nû ya Sykes-Picot.
Erdogan êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê weke eşqiyatî û rêbiriyê bi nav kir û diyar kir êdî Rojhilata Navîn nikare şerekî nû hilgire.
“Em rê nadin ku li Rojhilata Navîn nîzama sykes-picot ya nû ava bibe”
Erdogan da zanîn ew ê rê nedin ku li Rojhilata Navîn nîzameke nû ya Sykes-Picot ku wê sînorên wê bi xwînê bên xêzkirin.
Erdogan careke din Netanyahû şibande Hitler û da zanîn cîhanê ber bi felaketê ve dibe û anî ziman Îsraîl bi êriş û gefên li ser cîranê xwe, nikare xwe biparêze.
“Çarenûsa Tirkiyê, Îranê, Iraqê û Sûriyê yek e”
Her wiha diyar kir Îsraîlê êrişî Libnanê, Yemenê, Sûriyê kir û got,
Çarenûsa Tirkiyê, Iraqê, Îranê, Sûriyê yek e.
Erdogan careke din qala yekbûna xaka Sûriyê jî kir lê ji bîr kir ku gelek bajarên Sûriyê hê jî di bin dagirkeriya wan de ne.


