Hevdemî şerê Îran û Israîlê, Rejîma Îranê 5 Kurd li Rojhilatê Kurdistanê binçav kirin.
Li gor Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, îro 4 welatiyên Kurd, Umêd Reş, Eshed Resûl Zade, Nuredîn Dudkanlu Mîlan ên ji gundê Kose Kerêz ê bajarê Mihabad ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin û birine cihek nediyar.
Her wekî welatiyek din yê Kurd Mihemed Zend Kerîmî yê ji Sineyê, ev du heftene bêyî fermana dadwer hatiye binçavkirin û çarenûsa wî nediyare.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku roja 19’ê Hezîranê jî welatiyek Kurd Keywan Mam Gulî hatiye binçavkirin û kes tiştekî li ser nizane.
Di nava sê rojan de 151 welatî li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine binçavkirin.



