Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de got ku balafirên Amerîkayê li Îranê tesîsên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfahanê bombebaran kirin.
Trump got ku balafirên Amerîkî qada hewayî ya Îranê terikandine û operasyon wekî “êrişek pir serketî” pênase kir.
Her wiha Trump îdia kir ku tu artêşeke din li cîhanê nikare vê operasyonê pêk bîne û peyama xwe bi gotina “NIHA DEMÊ AŞTIYÊ YE” bidawî kir.
Li gorî agahiyên ku malpera nûçeyan a Amerîkî Axios ji rayedarekî Îsraîlî wergirtiye, di êrişê de balafirên bombebaranên dijwar yên B-2 hatine bikaranîn.
Di heman demê de, rayedarekê Amerîkî jî diyar kir ku balafirên bombebaranên dijwar yên B-2 ji bo bombebarankirina tesîsan hatine bikaranîn.
Li gor Fox News a Amerîkayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, di êrişan de 6 bombeyên 15 ton bi rêya balafirên B-2 li Tesîsa Fordo hatine dayîn.
Ev jî tê wê wateyê Tesîsa Fordo ya Nukleerê bi 90 ton teqemeniyê hatiye bombebarankirin.
Her wiha Fox News’ê ragihand ku tesîsên Netenz û Îsfahan jî bi rêya 30 mûşekên Tomahawk ji keştiyên şer yên Amerîkayê ve hatine hedefgirtin.



