Li taxên Şamê û Hemayê bi dehan malbatên ku zarokên wan winda û girtî ne xwepêşandan li dar xistin.
Malbatan di xwepêşan danê de daxwaza diyarkirina aqûbeta zarokên xwe yên winda û girtî kir.
Li taxa Rikin El Dîn a Şamê malbatan li dijî berdewamkirina nediyarkirina aqûbeta zarokên xwe yên winda diruşmeyên şermezarkirinê bilind kirin.
Her wiha Malbatan perwerdekirina hin endamên girêdayî rejîma berê (şebîh) û xistina nava saziyên dewletê de şermezar kirin û gotin: “Ev yek hêrsa gel û birîna wî kûrtir dikin.”
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan jî diyar kir ku li hemayê jî şênî derket qada El Asî û daxwaza berdana girtiyan kir.
Xwepêşandêrên li Hemayê jî daxwaza hesabpirsîna kesên destên wan di kiryarên çewisandin û îşkenceyê de hene.
Her wekî Xwepêşandêrên her du bajaran dan zanîn ku daxwazên wan ne şexsî ne, lê xwestekên bi hezaran malbatên ku li benda naskirina aqûbeta zarokên xwe ne, ku hikûmeta vê dosyayê paşguh dike.



