Karmendên Rêveberiya Xizmetguzariyên Teknîkî li Laziqiyê ji kar hatin dûrxistin.
Karmend li dijî biryara dûrsitina wan, li ber avahiya parêzgehê çalakiya protestoyê li dar xistin.
Navenda Çavdêriya Mafêm Mirovan a Sûriyê ragihand ku karmendan dûrxistina wan ji kar bêyî biryareke fermî yan jî agehdariyek nivîskî protesto kirin.
Karmendan diyar kirin ku tu sedemek qanûnî ji bo durxistina wan nehatiye nîşandan.
Karmendan destnîşan kirin ku ev 3 mehin mûçeyên xwe ne-standine û bi şert û mercên zehmet ên jiyanê re rû bi rû mane.
Karmendan eşkere kirin ku divê aliyên peywenîdar rewşa aborî li ber çavan derbas bikin û li biryara xwe vegerin.



