Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş partiyên siyasî bi rojeva avakirina komîsyona ji bo aştî û civaka demokratîk vexwendiye Meclisê û dê sibe bicivin..
DEM Partî: Partiyên siyasî wê sibê ji bo komîsyonê li meclisê bicivin
Gulistan Kiliç Koçyîgît îro li meclisê daxuyanî da û diyar kir dibe ku serokê meclisa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş biçe serdana serokwekîlên komên partiyan û got,
“Me jî ji bo komîsyonê pêşnûme amade kiriye. Yek ji daxwaza me ya herî sereke ew e ku ev komîsyon bi lihevkirina herî berfireh a civakî û siyasî were avakirin.
Ya herî girîng jî ew e ku ji bo çarçoveya qanûnî ku birêz Ocalan her tim balê dikişîne ser, bibe pêş-amadekariyek.
Em dixwazin ev komîsyon ne demkî, mayinde be.”



