Ajansa Mezopotamiyayê agahiyên girîng belav kirin.
Li gor wê, Rêber Abdullah Ocalan ji birêz Mesûd Barzanî xwestiye ku seroktiya Kongreya Neteweyî ya Kurd bike.
Li gor ajansê, Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe de gotiye ku qonaxa heyî de ji bo destkeftiyên gelê Kurd mayinde bibin û ji bo naskirina statuya gelê Kurd, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd weke pêwîstiyeke lezgîn û divê neyê taloqkirin.
Rêber Ocalan dibêje ku parçbûna kurdan birînek mezin e û kurdan zeîf dike û Banga Aştî û Civaka Demokratîk derfet daye kurdan ku kongreya xwe li dar bixin.
Ocalan, bang li partiyên Kurd, rêxistinên civaka sivîl, derdorên civakî û şexsiyetên civakî kir ku weke erkekî dîrokî ji bo lidarxistina kongreyê bi berpirsyartiya xwe rabin.
Her wekî destnîşan kir ku dê hewl û xebata xwe ya 50 sal in ji bo vê mijarê didomîne, ji vir şûnde jî berdewam bike.
Rêber Ocalan di peyama nû yên ji derdorên siyasî yên Kurd ên li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û dîasporayê re dîsa banga Kongreya Neteweyî ya Kurd kir.
Bi taybet ji bo ji PDK û YNK’ê daxwaz dike ku ji bo civandina Kongreya Neteweyî bi rola xwe rabin, berpirsyartiya xwe bicih bînin û pêşengtiya pêvajoyê bikin.
Hat zanîn ku rayedarên YNK’ê û Bafil Talabanî peyam û daxwaza Abdullah Ocalan bi dilgermî pêşwazî kirine.



