Bi sernava “Bandora gotinên nefretê li ser civakê” Yekitiya Jinên Ermen û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê komxebatek diyalogî li dar xist.
Di komxebatê de Rêxistinên jin, partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.
Di komxebatê de mijara “bandora gotinên nefret li ser civakê” “Rola jinan û berxwedana wan di Rêveberiya Xweser de li djijî gotinên bi nefret” hatin nîqaşkirin û wiha hate gotn
“Gotinên nefretê yek ji pirsgirêkên herî xeternak ên li dijî civakên pir reng, ol û mezheban e.
Sûriye bi mozayîka gelan tê zanîn lewma siyaseta ku li ser pêkhateyên herêmê tê meşandin siyaseteke xeter e.
Rejîma Sûriê siyasetek nijadperest û yekperest dimeşand ku tenê zimanek, çand û olek dihat qebûlkirin.
Ev yek bû sedem ku pêkhateyên Sûriyê li dijî vê sîstemê têkoşîneke mezin bidin meşandin.
Di civaka xwezayî de jin xwedawend, bijîşk, pêşeng, rêveber û sembola aştî û rêzdariyê bû.
Piştî avakirina sîstemên desthilatdar mafên jinan hat xwarin û gotinên nefretê rê li ber gelek komkujî û qetilkirinê vekirin.
Em dibînin ku siyaseta gotinên nefretê şerek domdar e pêwist e jin li beramberî vî şerî têkoşînek mezin bidin meşandin.”
Komxebat bi encamnameyê bi dawî bibe.



