Van roja xelkê gundê Til Eran di nava tirsê de ne.
Çimkî ew ji aliyê komên çekdar yên girêdayê hikumeta veguhêz a Şamê rastî tewan û binpêkirinan tên.
Di nava van sê-çar rojan dora 20 welatiyên kurd yê Til Eranê hatine revandin û hîn jî çarenûsa wan nediyare.
Xelkê bajaroka Til Eranê ya kurdnîşîn ya girêdayî Helebê di bin gefê de ne.
Ev sê-çar roj li ser hev komên çekdar ku navê ewlehiya giştî li xwe dikin dest bi revandina kurdan kirine.
Ew çekdar xelkê direvînin, telan dikin û gefê li wan dixwin ku gerek ji raya giştî re tiştekî raneghînin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdaran îro 3 kesên birayê hev bêyî belgeya fermî yên girtinê, revandin cihekî nediyar.
Beriya 2 rojan, komeke ku xwe wekî ewlehiya giştî da nasîn, bazirganê bi navê Zekeriya Mistefa Beşar ji bajarokê Til Eranê bi zora çekan revand û bi qasî 90 hezar dolar û 10 kîlo zêr dizîn.
Piştî bûyerê koma çekdar gefa kuştinê li birayê kesê revandî xwar da ku li birayê xwe nepirse.
Duh jî çekdaran 2 birayên hev Xelîl û Xalid Mihemed Beşar revandin û birin cihekî nediyar.
Vê carê hêzên ewlehiya giştî a hikumeta veguhêz a Sûriyê 8 şêniyên bajarok ên Kurd revandin.
Kesên ku hatine revandin ev in: Cumaa Mihemed Faris, Îbrahîm Mihemed Faris, Cumaa Remezan Faris, Mihemed Husên Faris, Salih Yehya Faris, Hesen Ubeyd Faris, Munewer Îsmaîl û Ramî Îsmaîl.
Hincet jî ew ku van kesan lihevhatineke civakî di navbera du malbatan de pêk anî, ew revandin.
Li gor zanyariyan, berpirsê van girtinan kesên bi navên “Ebû Daûd” û “Ebû Huzeyfe” ne.
Her wiha di 22’yê Hezîranê de komên çekdar êrişî şêniyên bajarokê Til Eranê kir.



