Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî piştî êrişa bi êş a duh li Dêra “Mar Elyas” ya li Şamê peyama sersaxiyê weşand.
Ebdî tekez dike ku ew ê bi hemû hêz û beryardariyê şerê DAIŞ bikin da ku parastina Sûriye û gel pêk bînin.
Mezlûm Ebdî li ser malpera X’ê Sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û ji ber vê windahiya mezin, xemgîniya xwe anî ziman û got:
Ez di vê karesata mezin de, hevkariya xwe ya bi wan re dubare dikim.
Mafê xwişk û birayên me yên Xiristiyan heye ku li welatê xwe di ewlehî û aştiyê de, bê tirs û gef bijîn.
Mezlûm Ebdî: Têkoşîna dijî daiş berpirsyariyeke neteweyî ye
Ebdî diyar dike ku DAIŞ ji bo hemû Sûriyan gefek e û têkoşîna dijî wê berpirsiyariyeke neteweyî ye ku hewldanên yekgirtî hewce dike.
Ji bo wê, Ebdî tekez dike ku ew ê bi hemû hêz û beryardariyê şerê DAIŞ bikin da ku parastina Sûriye û gel pêk bînin.



