Li Herêmê Desteya Jîngehê xebatên xwe ên paqijiyê didomîne.Tevî zehmetiyan jî, Nivîsgeha Jîngehê ya Şaredariya gel a Dêrikê ji bo parastina çavkaniyên xwezayî yên bajêr dixebite.
Şaredariya bajêr pêngavên paqijkirina tax û bajarokan didomîne.
Armanca pêngavê ku ji nifşê nû re hezkirina jîngehê diyar bikin û ji wan re bê xuyakirin ku paqijkirin berpirsyartiya me hemûya ye.
Li aliyekî din jî bernameya Firat, 2 Traktor ji bo kar û xebatên paqijiyê li Herêmê, radestî Meclisa Kantona Cizîrê kir.
Hat diyarkirin ku her du Traktor dê radestî şaredariya bajarên Şedadê û Tirbespiyê bê kirin.



