Sana:çeteyên dewleta Tirk taxên Helebê topbaran kirin, 3 sivîl birîndar bûn

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk taxên Helebê topbaran kirin û 3 sivîl birîndar hatin bûn. Her wiha li ser sînorê Idlibê, ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve zarokek hat kuştin û 7 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa Sana ya girêdayî rêjîma Sûrî, çeteyên dewleta Tirk taxên Helebê topbaran kirin.

Di encamê de zaorkek û 2 jin jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ YA MAFÊN MIROVAN:
ARTÊŞA TIRK, GULE LI 7 KOÇBERÊN JI HEMAYÊ BARANDIN Û ZAROKEK KUŞT

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, leşkerên dewleta Tirk li herêma Harim a sînorî ya bajarê Idlibê zarokek kuşt û 7 sivîl jî birîndar kirin.

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku hejmara sivîlên Sûrî yên ku bi guleyên leşkerên Tirk hatine kuştin, gihaşt 443 sivîlî, di nav de 78 zarok û 44 jin in.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
ERDOGAN JI PUTIN XWEST KU BILA ARTÊŞA RÊJÎMA SÛRÎ ÊRÎŞAN RAWESTÎNE

Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlût Çavuşoglu, da zanîn ku Erdogan û Putin, di dema Kogreya Berlînê ya ji bo Lîbyayê de li ser rewşa Idlibê axivîne.

Çavuşoglu destnîşan kir ku Erdogan ji Putin xwestiye ku bila artêşa rêjîma Sûrî êrîş û pêşketina xwe li Idlibê rawestîne.

Leave a Reply

Back to top button