Hêzên Rûsyayê êrişî gundekî nêzîkî bajarê Sumy li bakurê rojhilatê Ukraynayê kir.
Di encama êrişê de yek jê zarok 3 kes hatin kuştin.
Rêveberê herêma Sumy, Oleg Grigorov ragihand:
“Hêzên Rûsyayê bi derengiya şevê bi dronan gundek bombebaran kir.
Li gorî agahiyên destpêkê 3 kes hatine kuştin.”
Oleg Grigorov got ku kuştî ji malbatekê ne ku ji dê û bav û zarokekî pêk tên.
Şaredarê herêma Xarkîvê, Igor Terekhov jî der barê mijarê de ev agahî li ser hesabê xwe yên Telegramê weşand:
“Rûsyayê di şevekê de heft dron avêtine bajarê li bakurê rojhilatê Ukraynayê. Di êrişan de sê kes birîndar bûne.”
Waliyê Herêma Moskoyê Andrey Vorobyov jî diyar kir bi dronekê avahiyeke niştecihan bombe kir.
Di encamê de du kes birîndar bûn, yek ji wan rakirin nexweşxaneyê.
Her wiha ragihand ku 30 jê zarok nêzîkî 100 kesî ji avahiyê hatin derxistin.
Waliyê Moskoyê da zanîn ku li asîmanê rojavayê paytextê 2 dronên din ên Ukraynayê hatin xistin bêyî ku zerar çêbibin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku wan êvarî 2 jê li herêma Moskoyê, bi giştî 20 dronên Ukraynayê xistine.



