Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li bajarên kantona Cizîrê ya herêma bakur û Rojhilatê Sûriyê, wê meş werin lidarxistin.
Wê sibe li bajarê Qamişloyê dest pê bike piştre li bajarên dîtir ên kantonê berdewam bikin.
Înisiyatîfên Gel a Kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo û Dêrikê amadekariyên lidarxistina meşên girseyî dikin.
Li gorî agahiyên ku komîteyên amadekar parve kirine, wê li bajarê Qamişlo sibe ango 25`ê Hezîranê meş were lidarxistin.
Meş wê berêvarkî saet 6 ji Çerxerêya Yûsif Gulo dest pê bike û heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dewam dike.
Li bajarê Dêrikê jî 26`ê Hezîranê meş tê lidarxistin.
Ji bo agahdarkirinê Endamên însiyatîfan bi rêya komînan banga tevlêbûna meşan kir.
Li bajarên din ên kantona Cizîrê jî dê di rojên pêş de meş werin lidarxistin.



