Hikumeta Îsraîlê pêşniyara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo agirbestê qebûl kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya hikumetê de hate gotin:
“Di çarçoveya pêkhatina hemû hedefên operasyonê de, Îsraîlê pêşniyara agirbesta du alî qebûl kir.
Îsraîlê gefeke du alî ya li qada nukleerê û qada fuzeyê ya balîstîk ji holê rakir.
Her wiha artêşa Îsraîlê kontrola ezmanê Tehranê bi temamî xist destê xwe, zerarên cidî da lîderên leşkerî û bi dehan hedefên hikumeta navendî ya Îranê.”
Tê payîn ku Serokwezîr Binyamin Netanyahu daxuyaniyê bide.
Beriya agirbestê di êrişên Îsraîl û Îranê de gelek kes mirin.



