Îro wê di navbera Serokwekîlên Koma DEM Partiyê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç hevdîtinek pêk were.
Hevdîtin wê di seet 4’an de pêk bihata , lê hat eşkere kir ku hevdîtin ji bo nîv saetê hate taloqkirin.
Dihate plankirin ku hevdîtin saet di 4’an de pêk bê.
Lê belê ji ber zêdebûna bernameyê ji bo saet 16:30 hate taloqkirin.
Tê payin ku di hevdîtinê de nerazîbûnên li hemberî Paketa Darazê ya 10’emîn,
Rewşa girtiyên nexweş, biryarên têkildarî astengkirina berdana girtiyên nexweş bêne nirxandin.



