Wezareta Karên Derve ya DYA’yê hişyarî da welatiyên xwe ku di vê demê de neçin Sûriyeyê.
Wezareta Karên Derve ya DYA’yê daxuyaniyek li ser X’ê parve kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin “Rewşa Sûriyeyê hîna bê istiqrar û xetere ye.
Em şîretê li welatiyên xwe dikin ku merc çi dibe bila bibe di wî wextî de neçin Sûriyeyê.”
Her wekî îşaret bi vê yekê hate kirin ku qada hewayî ya Sûriyeyê heya niha li pêşiya keştên sivîlî hîna jê girtiye.
Hate gotin “Yên ku dixwazin vegerin, dikarin deriyên bejahî yên bi Lubnan an Urdunê re wekî alternatîf bi kar bînin.”



