Saturday 2026/06/06
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Trump ji Îsraîlê re: Demildest pîlotên xwe vekişînin

June 24, 2025
in ROJHILETA NAVÎN
A A
Trump: Em rê nadin Îran demkî jî Uranyumê dewlemend bike
Share on FacebookShare on Twitter

Li aliyê din tevî agirbesta ku ji hêla Trump ve hate ragihandin êrişên Îsraîl û Îranê nesekînin.
Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan vê dawiyê moşekên ku ji Îranê hatine avêtin û ber bi Îsraîlê ve diçin tespît kirine.
Trump got Îran û Îsraîlê agirbestê binpê kirin. Ji Îsraîlê xwest ku pîlotên xwe vegerînin û êrişê Îranê nekin.

Tevî agirbesta ku îro hate ragihandin êrişên Îsraîl û Îranê nesekînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îran û Îsraîlê agirbest binpê kirine û ji Îsraîlê xwest ku Îranê bombebaran neke.

Trump: Îran û Îsraîl agirbestê binpê kirin

Trump diyar kir ku ew gelekî ji Îsraîl û Îranê ”razî nebû û got: ”Îran û Îsraîlê agirbest binpê kirin.”

Trump nerazîbûna xwe bi van gotinan bilêv kir:

”Min êrîşa Îsraîlê ya piştî agirbestê baş nedît û pêşwazî nekir.”

Trump li ser medyaya dijîtal Truth Socialê daxuyaniyek da û got: ‘

‘Îsraîl. Van bombeyan neavêjin. Ger hûn biavêjin ev yek wê bibe binpêkirineke pir mezin. Pîlotên xwe vegerînin!

Artêşa Îsraîlê: Îranê moşek avêtin

Her wiha artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan vê dawiyê moşekên ku ji Îranê hatine avêtin û ber bi Îsraîlê ve diçin tespît kirine.

Artêşê got parastina wan ji bo astengkirina gefê dixebite.

Zanyarê nukleerî li Îranê beriya agirbestê hat kuştin

Îsraîlê îro sibê ragihand ku di 24 saetên borî de di êrîşên li ser Tehranê de zanyarê nukleerî yê din ê Îranî kuştiye.

Nournews a Îranê ragihand ku Mihemed Riza Sediqî berî ku agirbest bikeve meriyetê di êrîşeke Îsraîlê de hat kuştin.

Iraq: Du ji sîstemên radarên me ji aliyê dronan ve bi giranî zirar dîtin

Li aliyê din Iraqê ragihand ku dronên Îranê hin tesîs û baregehên leşkerî yên girêdayî hêzên ewlehiyê yên Iraqê hedef girtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku du pergalên radarê yên girêdayî artêşa Iraqê bi giranî zirar dîtine.

Hat ragihandin ku qada hewayî ya Iraqê ji bo firînên navneteweyî ji nû ve hatiye vekirin.

Li Îranê herî kêm 610 kes mirin

Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê di şerê Îran û Îsraîlê de, îro jî di nav de herî kêm 610 kes hatine kuştin û zêdetirî 4 hezar û 700 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Wezaretê Huseyin Kermanpur li ser medyaya dijîtal X’ê peyamek da û got:

“Di nava 12 rojên dawîn de nexweşxane bi rewşên gelekî dijwar re rû bi rû man.”

Previous Post

Di êrişa dawî ya Îsraîlê de li Xezayê 39 kes mirin

Next Post

BINXET

Weşana girêdayî

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 5 kes mirin
ROJHILETA NAVÎN

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 5 kes mirin

Îsraîl hêz şandiye sînorê Îranê: Azerbeycan îdiayan red dike
ROJHILETA NAVÎN

Îsraîl hêz şandiye sînorê Îranê: Azerbeycan îdiayan red dike

Peyameke bi hêz ji Beyrûtê bo Tehranê: Libnan ne mijara bazarkirinê ye
ROJHILETA NAVÎN

Peyameke bi hêz ji Beyrûtê bo Tehranê: Libnan ne mijara bazarkirinê ye

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye