Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Apo li dar dixe.
Armanca van projeyan ew e jinan ji hêla ramyarî û rêxistinî ve bi hêz bike.
Endamên rêxistinên jinan, meclisan, komîn û partiyên siyasî beşdarî van civînan dibin.
Li kantona Tebqayê, şêwir di Gulana sala 2024`an û Nîsana 2025`an hatin lidarxistin.
Her çalakiyeke xwendinê 10 rojan dom kir.
Ji rêvberên Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Emîna Xelîl destnîşan kir ku van hiştiya jin beşdarî çalakiyên civakî û siyasî bibin.
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Sîham El Xelî jî diyar kir ku van rûniştinan hişt ku hişmendiya mêr a desthilatdr hilweşe.
Sîham El Xelîl tekez kir beşdarên rûniştinan têgihiştin ku hêza jinan bingeha avakirina Sûriyeke azad e.
Li Reqayê, qonaxa yekem a şêwiran di Gulana 2024’an de û ya duyem jî di Nîsana 2025’an de dest pê kir.
Ji rêveberên şêwiran Hafîze El Ehmed jî da zanîn ku ev şêwir bûn alîkar ji bo bilindkirina hişmendiya siyasî û civakî ya jinan, da ku rola xwe ya sereke bo avakirina civakan nas bikin.



