Li tabûreke berevaniya hewayî ya di navbera bajarên Cebla û Baniyasê yên li peravên Sûriyeyê de, dengê teqînan hatin bihîstin, ji cihê teqînan duman bilin bû.
Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), îro li tabûreke berevaniya hewayî ya di navbera bajarên Cebla û Baniyasê yên Sûriyeyê de dengê teqînan hat bihîstin.
Dengê teqînan li çend kîlometran dûr hate bihîsit. Derbarê teqînan û sedemên wê de ti agahî nehatine bidestxistin.



