Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd bi veşarî darve kir.
Beriya darvekirinê Rêjîmê nehişt girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.
Girtiyên Kurd ên bi navên Idrîs Alî û Azad Şoecaî yên ji Rojhilat.
Resûl Ahmed Resûl ê ji Silêmaniyeyê ku li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dihatin ragirtin, îro hatin darvekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, ragihand ku darvekirina girtiyan hatiye veşartin û mafê hevdîtina bi malbatê re nedane girtiyan.
Li gorî nûçeya Hengawê;
Her sê girtî di Tîrmeha 2023’yan de ji hêla Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve hati binçavkirin.
Li vir rastî îşkenceyên giran hatin.
Hat diyarkirin ku bi darê zorê û bi rêya îşkenceyê gotin bi girtiyan dane kirin.



