Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) şehîdên komkujiya Kobaniyê ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve di sala 2015’an de pêk hat, bi bîr anîn û komkujî wek “tawana herî kirêt a li dijî mirovan li Sûriyeyê” bi nav kir.
MSD’ê bi boneya salvegera 10`mîn a komkujiya Kobaniyê ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve di sala 2015’an de pêk hat, daxuyaniyek da.
MSD`ê qurbaniyên “tawana herî kirêt li mirovan li Sûriyeyê” bi bîr anî, ku di wê rojê de çeteyên DAIŞ’ê ketin nav taxên bajarê Kobanî û êrişeke hovane li ser sivîlan pêk anîn, bi sedan zarok, jin û kal û pîr şdehîd bûn.
Di daxuyaniyê de her wiha MSD`ê bal kişand ser gefên berdewam ên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên kirin û “komkujiya bi êş a ku çend roj berê li ser Dêra Mar Elyas li Şamê qewimî” bi bîr xist û got heman hişmendiya komkujiya Kobanê pêk anî ya Mar Elyas jî pêkanî.
MSD`ê banga li aliyên nîştimanî û navdewletî kir ku şerê li dijî hemû şêweryên terorê berdewam bikin. Her wiha tekez kir: “Rêxistina tundrew bi temamî tune nebûye, û şaneyên wê yên veşartî û alîgirên wê hîn jî bo ewlehî û siberoja Sûriyeyiyan cihê tirsê ne.”
MSD`ê daxuyaniya xwe wiha di dawî kir: “Em soz didin gelê xwe û hemî pêkhateyên Sûriyeyê ku em ê têkoşîna xwe ji bo avakirina welatekî ku rûmeta mirovan diparêze û mafê jiyanê bê tirs, tundî û terorîzm peyda dike bidomînin. “



