Meclisa Jinan a Meclisa Ol û Baweriyan êrişa li ser Dêra Mar Eliya li Şamê şermezar kir û diyar kir ku peyama olan hezkirin, dad û aştî ye. Meclisê xwest ku ” sûcdar werin lêpirsîn û darizandina.
Meclisa Jinan a Meclisa Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endama Buroya Jinan a Meclisê Kinda Kenan ve, li ber Dêra Meryema El Ezraa li bajarê Qamîşlî hate xwendin.
Daxuyaniyê êrişa li ser Dêra Mar Eliya li Şamê şermezar kir û tekez kir ku “ev êriş sûcek li dijî tevahiya mirovahiyê ye, binpêkirinek eşkere ya pîroziya cihên îbadetê ye, û hewldanek jib o têkbirina tevna civakî ya hevgirtî ya Sûriyeyê ye. ”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “parastina cihên îbadetê yên Îslamî, Xiristiyanî û yên din berpirsiyariyek giştî ye,” û xwest ku “hemû gotanên nefretê werin şermezarkirin û sûcdar werin darizandin. ”
Meclisa Jinan a Meclisa Ol û Baweriyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “Hikûmeta Veguhêz der barê parastina sivîlan û cihên îbadetê de berpirsyar e. ”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “peyama olan kezkirin, edalet û aştî ye”.



