Yekîtîya Şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi pêkanîna projeyek asfaltkirina rêya 100 kîlometreyî ya di navbera bajarên Qamîşlî û Dêrikê de kir. Ev proje piştî projeya Rêya Ebyed ya di nabera bajarên Heseke û Reqayê e, duyemîn projeya binesaziyê ya herî mezin e li herêmê.
Di sala 2022`an de, Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji projeyên xwe yên stratejîk ên herî mezin dest pê kir, ew jî projeya asfaltkirin û berfirehkirina rêya di bavbera bajarên Qamîşlo û Dêrikê de ye.
Girîngiya projeyê ew ku pênc bajarên mezin (Qamişlo, Tirbespiye, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê) bi hev ve girêdide, û xizmeta zêdetirî 500 gundên li ser rê dike.
Piştî plansazî û xebatên 3 salan, îro xebata asfaltkirinê dest pê kir, xebatên asfeltkirinê ji rêya Embara dest pê kir û dê heta Çarxerêya Şehîd Yûsif Gulo dirêj dibe. Ev beşa rê 2 kîlometre dirêj û 9 metre fireh e.
Biryar e ku proje di sê rojan de biqede.
Endezyarên berpirsiyarê projeyê diyar kirin ku di vê salê beşa rê ya ji gundê Nemetliyê heta bajarê Tirbespiyê, û her wiha ji baarê Dêrikê heta Girkê Legê jî temam bibe.
Dirêjahiya vê rêyê 100 kîlometre ye.
Rêya 100 kîlometreyî ya ku bajarên Qamîşlo û Dêrikê bi hev ve girêdide, duyemîn projeya herî mezin e ku ji hêla Yekîtîya Şaredariyan ve tê bicîh kirin, piştî rêya El Ebyad a 170 kîlometreyî di navbera bajarên Heseke û Reqayê de, ku di sala 2024an de hate temam kirin.



