Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku hikûmet hewl dide veberhênana xazê zêde bike û şewitandina gazê kêm bike sifirê, di heman demê de hilberîn û hinardekirina gaza xwezayî ya şilekirî zêde bike da ku dahata zêde ji bo xezîneya dewletê bi dest bixe.
Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Karûbarên Xazê, Îzet Sabîr Îsmaîl ragihand ku sektura veberhênana xazê rêjeyên hilberînê yên pêşketî bi dest xistiye.
Îzet Sabîr Îsmaîl diyar kir ku şîrketên Iraqî bi rêya pêkanîna hejmarek projeyan armanc dikin planên wezaretê di vî warî de bi dest bixin, karîn qebareya veberhênana gazê bigihînin 71 %.
Îsmaîl destnîşan kir ku şîrketên Iraqî di vî warî de bi hevkariya şîrketên navneteweyî yên pispor projeyan pêk tînin, bi taybetî li zeviyên Meysan, Buzurgan, Xeraf, û Nasiriye li Zîqar, Artawî, Nahr Bin Omer, û projeya xazê ya yekgirtî ya bi Total re li Besrayê.
Cîgirê Wezîrê Karên Hundir tekezî li ser “pêdiviya zêdekirina kapasîteya depokirina xaza xwezayî ya şilekirî bi lezandina pêkanîna projeyên berdewam û plankirî li hejmarek parêzgehan kir.
Her wiha di dawiyê de Îzet Sabîr Îsmaîl anî ziman ku wezaretê hejmarek projeyên veguhestina xazê bo santralên elektrîkê temam kirine.



