Çavkaniyên taybet ji Ronahî TV re ragihand ku ji berî demekê ve, tîmên Rêveberiya Xweser bi UNICEF û Nivîsgeha Xaça Sor a Navdewletî ya Hesekê re dixebitin da ku rewşa Stasyona Elokê binrixînin û pirsgirêkên ava Hesekê çareser bikin.
Duh şandeyeke hevbeş a UNICEF û Xaça Sor çû Stasyona Elokê û çavdêrî li rewşa wê kir.
Li gor agahiyên me bi dest xistine, ewlekariya vê şandeyê bi rêya hevkariya hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye û bi rengekî ewle gihaştine stasyonê.
Çavkaniyan eşkere kir ku tîma navneteweyî û bi hevkariya Rêveberiya Xweser armanc kir ku çareseriyên nûjen biafirînin da ku kehrebê bighînin Stasyona Elokê û berî dawiya salê li kar vegere.
Xaça Sor a Navdelewletî daxuyaniyek derheqê vê serdanê de belav kir û got ku xebitandina Stasyona Elokê bi rengekî berdewam dê demeke dirêj bixwaze, lê ew pabend in ku damarê jiyanî vegerînin û aramiyê misoger bikin.
Her wekî UNICEFê jî got ku ew amrnac dikin kehrebê bi Stasyonê bighînin û avê bi rengekî ewle bo bi sedhezaran dabînin bikin.
Stasyona Elokê, ji piştî êrişa Dewleta Tirkiyê li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî ve sekiniye û bêtir ji milyon û nîvek mirov li Hesekê û derdora wê bê ava vexwarinê ne.
Li gor çavdêriya bijîşkan, nebûna avê bû sedema belavbûna gelek nexweşiyan û ziyaneke mezin li jiyana welatiyan dike.



