Li Çînê kareseta lehiyê rû da. Zêdeyî 80 hezar kes ji malên xwe hatin derxistin.
Barîna baranê ya zêde bû sedema lehiyeke dijwar.
Dîmenên lehiyê ji aliyê televizyona dewletê ya Çînê ve hatin weşandin.
Li eyaleta Guizhou ya li başûr-rojayê welat lehiyeke mezin rabû û zêdeyî 80 hezar kes ji ber karesatê ji malên xwe derdikevin.
Li gorî ajansa nûçeyan ya dewletê tîmên rizgarkirinê, ji bo destwerdanê berê xwe dane eyaleta ku karesata lehiyê lê rû da ye.



