Çavkaniyeke dîplomasî ya Fransî hûrgiliyên rêkeftina di navbera Îsraîl û Îranê de eşkere kir.
Li gorî heman çavkanî Fransayê di çend demjimêrên beriya agirbesta di navbera Tel Aviv û Tehranê de, şertên agirbestê li ser daxwaza Washingtonê ji aliyê DYA ve hatibû pêşniyarkirin, pêşkêşî Îranê kiriye.
13 Tîrmehê Israîlê ji nişkave êrisî Îranê kir.
Piştî 12 rojan ji şer agirbest hate ragihandin.
Di derbarê agirbestê de çavkaniyekî Dibilomasî ji Feransayê eşkere kir ku Fransayê şertên agirbestê li ser daxwaza Washingtonê ji aliyê DYA ve hatibû pêşniyarkirin, pêşkêşî Îranê kiriye.
Çavkanî diyar dike ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio êvara Duşemê bi hempîşeyê xwe yê Fransî Jean-Noel Barrot re telefonê axivî.
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê hate agahdarkirin ku Amerîka agirbestê dixwaze lê bi şertê ku Îran bersivê nede êrîşên Amerîkayê.
Her wiha piştî telefonê Jean-Noel Barrot ev agahî ji hempîşeyê xwe yê Îranî, Abbas Araqçî re şand.
Piştre Araqçî amadebûna xwe ji bo berdewamkirina danûstandinên li ser bernameya nûkleerî bi Fransa, Brîtanya û Almanya re anî ziman.
Li gorî Ajansa France-Presse, Piştî van danûstandinan, agirbest ket meriyetê.
“Qeterê Îran li ser agirbestê razî kir”
Hate ragihandin ku serokwezîrê Qeterê piştî ku mûşekên Îranê baregeheke Amerîkî ya nêzîkî Dohayê kir armanc, Îran razî kir ku agirbesta bi Îsraîlê re, qebûl bike.
Îsraîlê ragihand ku ew agirbesta Serokê Amerîkayê Donald Trump a bi Îranê re qebûl dike bitaybet ku navendên nukleerî yên Îranê kir armanc.
Her wiha Îran dibêje ku bernameya wê ya nûklerî ji bo armancên aştiyane ye û îdiayên pêşxistina çekên nûklerî red dike.



