Rêxistina Sara li Eyn Îsayê der barê diyardeya xwekuştinê û sedemên wê de semînerek li dar xist.
Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan der barê sedemên xwekuştinê û awayên çaresekirinê de li bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê semînerek li dar xist. Jinên çalakvan û xebatkarên civakî beşdarî semînerê bûn.
Ji rêveberên Rêxistina Sara Foza Mihemed der barê mijarê de agahî dan. Fozayê da zanîn ku nebûna hişyariya civakî û kevneşopên cudakariyê di nava civakê de dibin sedema pirsgirêkên derûnî û zêdebûna diyardeya xwekuştinê.
Fozayê destnîşan kir ku hin bêdengiya li hember şêweyên tundiyê û hesabnepirsîna ji sûcdaran û hwd, bandoreke neyînî ya girîng li ser kesan dikin. Fozayê her wiha bal kişand ser girîngiya pêşvebirina çanda neqebûlkirina tundiyê.
Di semînerê de îşaret bi girîngiya hişyarkirina civakê û rola rêxistinên civakî di avakirina çandeke ku rêzê li mafên mirovan digire, hate kirin.
Di dawiya semînerê de Foza Mihemed bersiva pirsên beşdaran da.



