Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişa Amerîkayê ya li dijî navendên nukleerê yên Îranê şobande bombeyên ku şerê cîhanê yê duyemîn de avêtin Hîroşîma’yê.
Trump got, “Ya ku kir şerê cîhanê yê duyemîn bi dawî bibe ev bû”.
Donald Trump beriya civîna NATO’yê li bajarê Lahey yê Hollandayê bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte re civîna çapemeniyê li dar xistin.
Trump, êrişên Amerîkayê yên 21’ê Hezîranê ên li dijî 3 navendên nukleer yên Îranê şibande bombeyên atomê yên ku li dijî bajarên Hîroşîma û Nagazakî yên Japonyayê bikaranîn.
Trump got, “Ez naxwazim mînaka Hîroşîma û mînaka Nagazakî bidim, lê ya ku ew şer bi dawî kir heman tişt e.
Her wiha Trump diyar kir êrişa Amerîkayê ya li dijî navendên nukleerê yên Îranê wê tevkariyê li şerê Îsraîlê yê li dijî Hemasê ku li Xezeyê dimeşîne, bike û da zanîn di vî şerî de jî lihevkirine nêzîk e.



