Meclisa Îranê, pêşnûmeya cemidandina hevkariya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navnetewî ya girêdayî Neteweyên Yekbuyî erê kir.
Hêncet jî ew e ku ajansê êrişên li dijî navendên nukleer yên Îranê şermezar nekiriye.
Pêşnûme, piştî ku ji aliyê Konseya Parazvanên Destûrê û Konseya Ewlekariyê ya Bilind a Netewî ve were êrêkirin wê bikeve meriyetê.
Serokê Meclisa Îranê Mihemed Bekir Xelîba duh rexne li Ajansa Enerjiya Atomê ya Navnetewî kir ku êrişên li dijî navendên nukleer yên Îranê red nekiriye û got,
“Îran wê hevakriya bi ajansê re heta ku ewlehiya navendên nukleer yên Îranê bê misogerkirin bicemidîne.”
Her wiha serokê meclisê ji ber ne-bêalîbûnê ajans tawanbar kir.
Serokê ajansê Rafael Grossî jî duh ragihand, ji bo ku venêrînên li ser navendên nukleer yên Îranê ji nû ve bên destpêkirin, û rewşa stokên ûranyûma dewlemendkirî bê tespît kirin, divê ew bikaribin xwe bighînin van navendan.



