21’ê Hezîranê Amerîkayê bi balafirên şer êriş bir ser navendên nukleer yên herî mezin yên Îranê.
Navendên Fordo, Natanz û Esfehanê hatin bombebarankirin. Piştî êrişê Serokê Amerîkayê Trump eşkere kir ku ev navend bi temamî hatine tunekirin.
Lê raporeke îstixbaratî ya Pentagonê di ragihandina Amerîkayê de hate weşandin û tê diyarkirin ev navend nehatine tunekirin.
Vê yekê jî Trump bi hêrs kir.
21’ê Hezîranê Amerîkayê bi balafirên şer navendên nukleer yên dewlemendkirina ûranyûmê yên Fordo, Natanz û Esfehanê bombebarankirin.
Serokê Amerîkayê piştî êrişê ragihand ku wan ev hedef bi temamî tunekirine.
Lê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê-Pentagonê bi raporekî eşkere kir ku navendên nukleer yên Îranê bi temamî nehatine tunekirin.
Ev rapora ku ji 5 rûpelan pêk tê, di dezgehên ragihandinê yên Amerîkayê de hatin weşandin.
Di raporê de tê gotin, di êrişê de ziyan li navendên nukleer yên Fordo, Natanz û Esfehanê bû lê ev ziyan bi saziyên li ser erdê yên van navendan sînordar ma.
“Bernameya nukleer ya Îranê tenê çend meh hate paşxistin”
Li gorî rayedarên Amerîkayê di êrişan de stokên ûranyûma dewlemendkirî nehatine tunekirin û beriya êrişê ev stok beriya êrişan ji bo cihên din hatine veguheztin.
Her wiha tê diyarkirin van êrişan bernameya nukleer ya Îranê herî zêde çend meh bi paşde xistiye û ji nûve destpêkirina bernameyê ji aliyê rêveberiya Îranê ve girêdayî leza xebatên sererastkirinê ye.
Rayedarên Amerîkî dibêjin Îran herî kêm wê di nava du mehan de careke din dest bi bernameya xwe ya nukleerê bike.
Rapora derheqê bernameya nukleer de Trump bi hêrs kir
Têkildarî rapora Petagonê ku di dezgehên ragihandinê de hate weşandin, Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyanî da û bertek nîşan da.
Trump dezgehên ragihandinê bi “weşandina nûçeyên derew” û “piçûkxistina êrişa hewayî ya li dijî Îranê” tawanbar kir.
Her wiha Trump careke din daxuyaniya xwe ya tunekirina navendên nukleer yên Îranê dubare kir.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê jî derbarê mijarê de daxuyanî da û eşkere kir bombebarana wan hêza hilberîna çekên nukleer ya Îranê tune kiriye.
Nûnerê Taybet yê Trump ê li Rojhilata Navîn jî belavkirina rapora îstixbaratê weke xiyaneta li welat bi nav kir û xwest hesab ji yên ev nûçe belavkirine were xwestin.



