Şandeyekî navneteweyî, di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku ji 27’ê Sibatê bi banga Rêber Apo re dest pê kir, diçe Stenbolê.
Şandeya navneteweyî ji akademîsyen, sendîkavan, endamên rêxistina sivîl, rojnamevan, hiqûqnas, parlamenter, femînîst, zanyar, nivîskar, lêkolînvan û gelek şaredar pêk tên.
Di çarçoveya nîqaşên pêvajoya ku bi banga 27’ê Sibatê dest pê kir, 50 kesê di qadên navneteweyî de naskirîne diçe Stenbolê.
Serdan û hevdîtinên şandeyê wê di 1’ê Tîrmehê de dest pê bikin.
Şande destpêkê wê serdana Buroya Hiqûqê ya Asrînê bike û bi parêzerên Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Piştre li navenda DEM Partî ya Stenbolê bi Hevserokê Giştî yê partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike.
Tê payîn ku hem bi Buroya Hiqûqê ya Asrîn re hem jî bi Tuncer Bakirhan re li ser pêvajoyê agahiyan bistînin.
Şandeyê di 2’ê Tîrmehê de jî wê li Taksîm Hill Otelê civîna maseya girover pêk bîne.
Hat diyar kirin, di vê civînê de hemû beşdar biaxivin û nêrîn û pêşniyarên xwe yên têkildarî pêvajoyê parve bikin.
Her wiha piştî civînê deklerasyonekî têkildarî pêvajoyê were ragihandin.
Şande wê du rojan hevdîtinan bike û ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re jî wê serlêdana fermî bike.



