Li Bakurê Kurdistanê bi navê Kobanê dozek hatiye vekirin. Navê wê Doza Kobanê ye.
Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Kobanê dikir li Bakurê Kurdistanê di navbera 6 û 8’ê Cotmeha 2014’an de gel ev rewş protesto kir. Hinceta dozê ev e.
Di vê dozê de li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal û li Hevseroka wê ya Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag 30 sal cezayê hepsê hatibû birîn.
Rûniştina wê ya biryarê di 14’ê Gulana 2024’an de çêbibû.
Îro biryara wê ya bihincet hat aşkerakirin. Biryar, ji 32 hezar û 630 rûpelan pêk tê.
Biryar piştî destpêkirina dozê bi salekê hat amadekirin.
Bi vê biryarê re rê hate vekirin ku kesên ji dozê tên darizandin serî li Dadgeha Îstînafê bidin.
Di dozê de 108 siyasetmedar tên darizandin.
Ji bo 24’an cezayê hepsê hatiye birîn.



