Banka Navneteweyî 146 milyon dolar ji bo beşa kehrebê da Sûriyeyê.
Ev yek di çarçoveya projeya awarte de ku Banka Navneteweyî ji bo ji nû ve sererastkirina binesaziya kehrebeyê ye.
Her wekî ji bo başkirina xizmetguzariyên enerjiyê li herêmên Sûriyeyê.
Banka Navneteweyî bi daxuyaniyekê ragihand:
Meclisa Gerînendeyên Cîbicîkar a Bankê, li ser dayîna 146 mîlyar dolar ji bo pêşgirtiya kehrebeyê li Sûriyeyê erê kir.
Projeya awarte ya kehrebê li Sûriyeyê armanc dike ku ji nû ve xetên veguhastinê û stasyonên şaxî sererast bike.
Alîkariya pîşeyî ji bo pêgirtiya pêşxistina beşa enerjiyê pêşkêş bike û şiyanên saziyane ava bike.
Beşa kehrebê li Sûriyeyê ji zû de zehmetiyên peydakirina alavan dikişîne.
Bi taybet di 5 salên dawî de, bi wê re ewlehiya enerjiyê ji bo beşên mezin ên niştecihan û beşên aboriyê qut bû.
Gerînendeyê Daîreya Rojhilata Navîn a Banka Navneteweyî Jean-Christophe Carré li ser vê piştgiriyê parve kir û got:
“Ji nava hewcedariyên lezbûna jinûve tamîrkirina Sûriyeyê, mijara jinûve sererastkirina beşa kehrebeyê derket pêş.
Ji ber ku kehrebe îstîsmarkirineke stratejîk a başkirina şert û mercên jiyanê ji bo gelê Sûriyeyê ye.



