Parêzerê di doza endamê DAIŞê yê Swêdî Usame Kerîm, ku di şewitandina pîlotê Urdunî Moaz el-Kesasbeh de tewanbare, diyar kir ku bersûc di dema darizandina xwe ya li Stockholmê de ti poşmaniyek nîşan nedaye.
Di dema danişînê de, Kerîm yê 32 salî, ku berê bi tohmetên têkildarî êrişên terorîstî yên Parîs û Brukselê hatiye mehkûmkirin, bi tevahî bêdeng ma.
Di axaftina xwe ya dawîn de, parêzer Mikael Westerlund tekez kir ku ji aliyê bersûc ve ti nîşanek poşmanbûn an sûcdariyê tune ye.
parêzer anî ziman ku dîmenê bi tirs yê kuştina El Kesasba wê piskilojiya her mirovekî normal xera bike, û pêdivî bi dermankirina demdirêj heye.
Lêbelê, xuya ye ku Kerîm ji ber bûyerê îlham girtiye ku çalakiyên xwe yên terorîstî bidomîne.
Swêd yekem û tekane welat e ku di vê dozê de Kerîm dadgeh dike, ev yek bûye sedema şermezarkirineke berfireh a navneteweyî.
Hêjayî gotinê ye ku dadgehên Ewropî berê li dijî Kerîm biryar dabûn. Fransayê ji ber beşdarbûna wî di êrişên Parîsê yên 2015’an de 30 sal cezayê girtîgehê lê birî.
Her wiha Belçîkayê ji ber beşdarbûna wî di êrişên Brukselê yên 2016’an de cezayê girtina heta hetayê lê birî.



