Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê encamên êrişa xwe ya 12 rojî ya li ser Îranê ragihand û destnîşan kir ku wan 11 zanyarên nûklerî yên navdar û zêdetirî 30 rêberên leşkerî û ewlehiyê yên navdar kuştine.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniyekê de ragihandin ku wan serkeftinên mezin û berfireh bi dest xist.
Li gorî Avichay Adraee di êrişên wan de 11 zanyarên nûklerî yên navdar û zêdetirî 30 rêberên leşkerî û ewlehiyê yên navdar hatine kuştin.
Her wiha Berdevkê artêşa ragihand ku wan 35 tesîsên hilberîna mûşekan bombebaran kirin, 200 avêjên mûşekan û nêzîkî 50 ji sedî yê stoka mûşekan hatine jinavbirin.
Li kêleka vê yekê 15 balafir, armancgirtina şeş balafirgehan û bi sedan personelên leşkerî hatin jinavbirin.
Adraee destnîşan kir ku zirareke girîng gihîştiye sê tesîsên sereke yên nukleerî, bi hezaran santrifuj û navendên lêkolîn û pêşkeftinê yên bi bernameya nukleerî ve girêdayî hatine wêrankirin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee anî ziman ku Îsraîlê bi sedan mûşekên balîstîk bi rêjeya serkeftinê ya ji sedî 86 zêdetir û bi sedan dron bi rêjeya serkeftinê ya ji sedî 99 zêdetir desteser kiriye.



