Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir derbarê pêvajoyê ji bo avakirina komîsyoneke li Meclîsê, lihevkirine bingehîn heye û divê tavilê ev komîsyon were avakirin.
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan, îro li Navenda Giştî derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk daxuyanî da.
Ayşegul diyar kir divê gavên ku pêvajoyê xurt dikin bên avêtin û bi avêtina gavên wiha dikare baweriya gel jî were xurtkirin.
Derbarê avakirina komîsyona li meclisê jî Ayşegul diyar kir weke DEM Partiyê nêrîna wan ew e ku ev “Komîsyoneke xwedî rayeya taybet be” û got,
“Em dibînin ku têkildarî avakirina komîsyonê, hem di partiyên siyasî de hem jî di nava civakê de lihevkirinek heye.
Ji bo avakirina komîsyonê pêşnûmeya me amade ye û em ê roja duşemê pêşkeşî serokê meclisê bikin.
Em dixwazin cidî nêzî mijara komîsyonê bibin. Ji bo çek bi temamî ji dewrê derkevin, divê hemû mekanîzmayên pêwîst tavilê bikevin meriyetê.”



