Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê ji bo şîrovekirina pêşketinên dawî yên li Sûriyê bi giştî û Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi taybet, peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz ya Sûriyê civînek li taxa Şêx Meqsûd pêk anî.
Endama Hevserokatiyê Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger diyar kir ku ewlehiya li Sûriyeyê ewlehiya li Rojhilata Navîn e
Bi gotina wê, bi hilweşîna rejîma Baasê re, li herêmê guhertin çêbûn ku bandor li ser hevsengiya hêzên navneteweyî kir, sponsorê sereke yê hikûmeta nû jî dewleta Tirk e.
Lê ya girîng ew e ku divê îradeya gelê Sûriyê di destê wê de bimîne.
Zelal Ceger got ku Rêber Apo bi biryar e ku dawî li şer û komkujiyan bîne.
Bê guman Tirkiye ji pozîsyona xwe ya li Rojhilata Navîn ditirse û pozîsyona wê qels e.



