Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku her şemiya serê heftê ji bo komînê ye û divê endamên Rêveberiya Xweser di nava komînê de li gorî planên wê, bixebitin.
Di rûniştin de endamên Meclisa Gelan a Demokratîk ên li kantonên Herêmê, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman amade bûn.
Di rûniştinê de erkên geşkirina meclisên xwecihî û xurtkirina wan di dayîna biryarên aktîv de ku di beşdarkirina rewşên xizmetguzarî û rêxistinî li herêman de bibin alîkar, hatin nîqaşkirin.
Li kêlek wê xurtkirina rola meclisan di pêşkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn de, weke peydakirina hîmeke datayan ji bo her komînekê û xebata berdewam ji bo wê yekê, birêxistinkirina xebata komînan, hevserngiya di navbera hêzên siyasî û leşkerî de, hatin gotûbêjkin..
Rûniştin bi erêkirina li ser derxistina giştînameyekê bi dawî bû, û wiha ye:
Avakirina komînan li gorî Hevpeymana Civakî û qanûna erkan.
Roja şemiyê ji her hefteyê ji komînê re hat veqetandin, tê de endamên komînê, karkerên Rêveberiya Xweser amade bibin, ku di pêkanîna xebat û planên komînê destnîşan kirine de amade bibin.
Di 3 saetên dawîn ên roja dewamê ya pêncşemê de; saet ji 12:00’an heya 15:00’an bibe roja paqijiya sazî, meclis, cihên giştî û rêveberiyan. Ev sazî wê ji hêla karkerên li tevahî kantonan ve werin paqijkirin. Wê ji 1/7/2025’an dest bi sererastkirin û birêxistinkirina komînan were kirin.
Komîn li gorî qanûna birêxistinkirina erkên meclis û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bi hejmara /13 a 2023’an, bixebite.



